Koma Çarnewa Şarkı Sözleri

'Yabancı şarkı sözleri' forumunda KaRDeLeN tarafından 28 Nisan 2010 tarihinde açılan konu

  1. KaRDeLeN

    KaRDeLeN Özel Üye

    Sponsorlu Bağlantılar
    Koma Çarnewa Şarkı Sözleri konusu
    Egît

    Dûr neçe heval
    Na na tu dûr neçe
    Zemherê tofane
    Bahoz û borana
    Xew şîrîne na heval

    Dilê min naha bîra ji agire
    Vêdikeve bi evîne
    Wek axa welatê min û rih dide can êmin
    Lê çima sar dibe laşê te
    Wek hêstêrek çav êmin wekê berfa Zagrosan
    Dûr neçe heval na na tu dûr neçe
    Veke çavan loo zanim xew şîrîne
    Lê rabe nobedarîya man û nemanêye rabe
    Vaye binêr berbangê avît dîsa
    Roj derdikeve agir li çîyan pêdikeve
    Vaye bi bîhîse dengê ava kû diherike
    Dengê dilê kû dihele Dengê dilê kû dihele

    Rab serê rake
    Biqîre çavan veke
    Dengê xwe bilindke
    Dilê xwe geş bike
    Hêvya me nêze heval

    Zanim belkî tu ji zanî
    Her bûhar xwe ji nû vedixemîlîne
    Li Zap Çûkûrca Colemerk û Hakûrk
    Naha serî rake çavan veke û biqîre
    Wek sitranek azadîyê û wekê sitranek aşîtîyê
    Heeeeey egît bazên çîyayên Colemerk
    Dûr neçe heval na na tu dûr neçe
    Ji here bihnekîde hezar car dişewête cîger
    Vaye binêr rê hevalên te bablekanê dileyîzin
    û zanibe benda te ne naha dema serkeftinêye naha rabe

    Dengê xwe bilindke
    Dilê xwe geş bike
    Hêvya me nêze heval
     
  2. KaRDeLeN

    KaRDeLeN Özel Üye

    Çemme

    Here çemme çemme çemme
    Deşta Heranê çemme deşta wêranê çemme

    Evdal beg tê ji eceme here çemme çemme
    Evdal beg tê ji eceme deşta Heranê çemme
    Wî bi êlê xwe da cem me here çemme çemme
    Wî bi êlê xwe da cem me deşta Heranê çemme

    Lal bîye bîye bîye deşta Mêrdînê bîye
    Lal bîye bîye bîye deşta wêranê bîye
    Evdal beg li bin sîye deşta Mêrdînê bîye
    Evdal beg li bin sîye deşta wêranê bîye

    Here çemme çemme çemme
    Deşta Heranê çemme deşta wêranê çemme
     
  3. KaRDeLeN

    KaRDeLeN Özel Üye

    Dilo

    Wey malîno ezê çibikim ji xwe
    Ji vî dilê li min ji vî dilê
    Gundî malîkê awa kîbar ji wirda tê
    Tim ser pêşîda di milmîlî li min di milmîlî
    Wey la dînê xwezka te lawêki xwe bidîta
    Çend pêşîda li ser kevna zor ewîlî li min zor ewîlî

    Ax malîno kewan yeke sor sîpîye xwîn şîrîne
    Li min xwîn şîrîne
    Ay de min go morî mircan zenda serda
    Sor sîpîne li min sor sîpîne
    Gundî malî kes nakeve peya'm kewa min a gozel
    Serê dilê'm dihelîne li min dil kafiro

    Weyla dînê ezê navê te nizanim
    Dêbêm Hewê li min dêbêm Hewê
    Ay de bê dêbê sûreta bilbilê dixwîne bi sî û sê zimana
    Wer dengê dîkê zimanê kewê li min zimanê kewê
    Gundê malê ezê tucar terka wî bernadim li ser rindê
    Çav û bîryê belek vî bedewê li min dilo
     
  4. KaRDeLeN

    KaRDeLeN Özel Üye

    Şev Tarî

    Şevka şevqa payîza şev tarî tarî
    Şevka şevqa payîza şevqa reş baran barî
    Xew xweşe bi aqlê qîza şev tarî tarî
    Xew xweşe bi aqlê qîza şevqa re baran barî

    Şevka şevqa bûhara şev tarî tarî
    Şevka şevqa bûhara şevqa reş baran barî
    Xew xweşe bi aqlê yara şev tarî tarî
    Xew xweşe bi aqlê yara şevqa re baran barî
     
  5. KaRDeLeN

    KaRDeLeN Özel Üye

    Sebra Min

    Ava kanîya'm xweş diherike
    Bê deng û zelal newal û çeman
    Bûhara rengîn hesreta mezin
    Newroza rengîn hesreta mezin
    Dêgêjin hevdû dibine yek dil
    Dîlana agir vêdikeve gul

    De were were sebra min were
    Ez dil gêjim hesreta dile
    Ez dil dînim bûhar û gule

    Sitran û awaz ser dengê evdal
    Dibe wek bayê dilde ser ax
    Agirê Ararat sîpanê Xelat
    Agirê Ararat Mûnzûr û Ferhat
    Hêvîyek mezin li benda welat
    Di bav heliya rojê Ferhat

    De were were sebra min were
    Ez dil gêjim hesreta dile
    Ez dil dînim bûhar û gule
     
  6. KaRDeLeN

    KaRDeLeN Özel Üye

    Lê Xan

    Walay tu xanê lê lê xan
    Billeh tu xanê lê lê xan
    Solê te sorin lê lê xanê
    Porê te yên şeh lê xan
    Pezê'm windabû lê lê
    Paş kotan û tav lê xan

    Walay tu xanê lê lê xan
    Billeh tu xanê lê lê xan
    Tu qîza axa lê xanê
    Tu qîza paşê xan
    Pezê'm windabû lê lê
    Paş kotan û tav lê xan
     
  7. KaRDeLeN

    KaRDeLeN Özel Üye

    Esmer Eman

    Esmer eman eman
    Dîlber eman delalê yeman
    Çi kulîlka dora çeman
    Xelk zewîcî ez û tu man

    Esmer min dî sêlê tîne
    Dîlber min dî sêlê tîne
    Başê miskê jê dixîme
    îmalişka lo pîra distîne

    Esmer eman delalê rindê
    Wî başarê ru tenê rindî
    Tu bedewa nava gundî
    Tu nazika nava gundî

    Esmer eman eman
    Dîlber eman delalê yeman
    Çi kulîlka dora çeman
    Xelk zewîcî ez û tu man
     

Bu Sayfayı Paylaş